Li girtîgeha Konyayê greva birçîbûnê dest pê kir

Li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê 5 girtiyên siyasî li dijî tecrîda li ser Rêberê GelêKurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê 5 girtiyên siyasî tevlî  greva birçîbûnê bûn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 27’ê Mijdarê ve li girtîgehan dest pê kiribû di roja 22’yemîn de didome.
 
Diyar bû ku 5 girtiyên li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê ya Tîpa T tên ragirtin jî tevlî greva birçîbûnê bûn.

Girtî Îbrahîm Sutçu bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û derheqê greve de agahî da.
 
Sutçu got, “Em li girtîgehê 5 kes dimînin. Her hevalek me di komekê de cih digire. Piştî grêve tevgerên kêfî yên rêveberiya girtîgehê ya li ser girtiyan zêdetir bû. Rojnameyan nadin me.''
 
Navê girtiyên ketine grêvê: Omer Sîpek, Îbrhaîm Sutçu, Muhammet Hasan Îbîş ê ji Efrînê û Faîk Budak.