Li Kongreya HDP'ê peyamên girtiyan

Li Kongreya Mezin a Asayî ya 5'emîn a HDP'ê ku li Enqereyê pêk tê, peyamên siyasetmedarên girtî hatin xwendin.

Siyasetmedarên dîlgirtî peyam ji kongreya HDP'ê re şandin.

Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli peyameke hevpar şandin.

Herdu siyasetmedaran beşdar silav kir û destnîşan kirin ku HDP wê bi vê kongreyê re hîn bi xurtî meşa xwe dewam bike.

Di peyama hevpar de hate gotin, "Em ê ji zindanan bibin deng ji têkoşîna gelê xwe re. Di pirtûka me de teslîmbûn, serîtewandin, têkçûn nîne. Ji bo têkbirina desthilatdariya zilmê, ji bo pêkanîna aştî, demokrasî û azadiyê em ehta dawiyê li ber xwe didin. Em ê bi partiya xwe, gelê xwe dest bi dest, dil bi dil vê têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin."

PEYAMA GIRTIYÊN JIN

Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Berê ya Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Berê ya Dersimê Nûrhayat Altûn, parlamenterên berê Gulser Yildirim û Edîbe Şahîn ji kongreyê re peyam şandin.

Di peyaman de hate gotin, "Gelên me, jinên ku li ber faşîzmê radibin HDP bi xwe ne."

Di peyaman de hate destnîşankirin ku HDP ne tenê têk dibe, di heman demê de baş bi serketinê zane.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven jî kongre pîroz kir û destnîşan kir ku HDP wê bi hesasiyeteke mezin bersiva herî baş bide her kesî.