Li bajarê Koln ê Elmanyayê di 18’ê Nîsanê de Federasyona Penaberên Bindest a Ewropayê (AvEG-Kon) panela bi serenavê ‘Di sala 100. de bi Qirkirina Ermeniyan û Tevgera Şoreşger bi rastiya xwe re rû bi rû tê’ pêk anî.
Rojnamevan û aktîvîstê polîtîk Îbrahîm Çîçek, nûnerê Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyê ya Ewropayê (ATÎK) Nezaret Vartanoglu û endama damezrandina platforma jinên Ermenî ya beşdarî xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bibû, Kayuş Çalikman Gavrîlov wek axaftvan beşdar bûn.
VARTANOGLU:REWŞENBÎR HATIN TINEKIRIN Û QIRKIRINÊ DESTPÊ KIR
Nûnera ATÎK’ê Nazeret Vartanoglu axaftina destpê kir û got: “24’ê Nîsanê ji ber roja destpêkirina qirkirinê, ji bo Ermeniyan rojek reş e. Îttîhat Teraqiyê destpêkê rewşenbîrên Ermenî girt û derxistin rêwitiya mirinê. Bi vî awayî gotin ku çavên Ermeniyan hat girtin, zimanê wan hatiye birîn. Dewletê bi tinekirina rewşenbîran re hemû derfetên rêxistinbûn û berxwedanê ji holê rakir.”
Vartanoglu wiha dirêjî da axaftin xwe: “Ji bo berxwedana Ermeniyan bê şikandin, rewşenbîr hatin girtin û darvekirin. Yên nehatin qetilkirin jî sirgûnî Rûsya, Sûriye, Ewropa, Amerîka û cihên cuda yên Tirkiyeyê hatin kirin.
Ermeniyên qirkirin jiyan, destpêkê komkujî venegotin, lê di nava demê de tiştên jiyan ji gelên din re vegotin. Di nava demekê de jî li Tirkiyeyê qirkirin hat rojevê. Ermeniyên li herêmên cuda yên Tirkiyeyê bûn hatin veşartin. Bi destpêka weşana rojnameya Agosê re, rewşa veşartinê hat rakirin, dewlet di vê rewşê de nerehet bû. Hrant ji ber vê yekê hat qetilkirin.“
GAVRÎLOV: QIRKIRIN BI KOMKUJIYA KLÎKYA DESTPÊ KIR
Endama damezrîneriya platforma jinan a Ermenî Kayuş Çalikman Gavrîlov jî diyar kir ku di 1909’an de li Edeneyê bi komkujiya Klîkya re bi hezaran Ermenî hatine qetilkirin û di 24’ê Nîsanê de yekem pêngavên qirkirinê li vir hatine avêtin. Gavrîlov da zanîn ku di dîrokên cuda de dewleta Tirk komkujî pêk anîne û wiha berdewam kir: “Qirkirina di roja me ya îro de didome. Qetilkirina Hrant, mirina leşkerê Ermenî ya bi guman. Sedem çi dibe bila bibe, hinceta tinekirina gelekî tine. Berpirsê qirkirina Ermeniyan dewlet e.”
ÇÎÇEK: QIRKIRINA ERMENIYAN BERHEMA KOMARÊ YE
Rojnamevan Îbrahîm Çîçek jî da zanîn ku qirkirina Ermeniyan berhema komarê ye û got: “Di tevahiya dîroka komarê de bi serweriya derewan heta îro hat. Kesên qirkirina Ermeniyan pêk anîn roj bi roj zêdetir dertên holê.”
Panel piştî axaftinan bi pirs û bersivan berdewam kir.