Li Kocaeliyê polîsên Tirk êrîşî HDP’iyan kir
Li Kocaeliyê polîsên Tirk bi awayekî keyfî berê xwe dan HDP’iyan.
Li Kocaeliyê polîsên Tirk bi awayekî keyfî berê xwe dan HDP’iyan.
Li navçeya Darica ya Kocaeliyê polîsên Tirk bi awayekî keyfî êrîşî endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir. Her wiha Hevserokê Bajêr Îbrahîm Ergîn hat binçavkirin.
Polîsên Tirk gel ê ku li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Daricayê kom bûn bi gotinên, “Belav bibin, an ez ê we binçav bikim” tehdîd kir, piştre jî êrîşî gel kir.
Di êrîşê de ku gelek kes birîndar bûn, Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Kocaeliyê Îbrahîm Ergîn û gelek kes hatin binçavkirin.