Li Kocaeliyê li 8 kesan 56 sal ceza hate birîn

Li Kocaeliyê li 8 hevserokên bajar û navçeyan ên HDP’ê ceza hate birîn.

Li Kocaeliyê Hevseroka HDP’a Kocaeliyê Leyla Aygun, hevserokên HDP’ê yên navçeyan, Endamê Meclîsê yê CHP’yî yê şaredariya Gebzeyê Osman Kûrûm jî di nav de li 27 kesan bi îddîaya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê kirin’ doz hatibû vekirin. Rûniştina 7’an a dozê hate kirin.

Heyeta dadgehê li Endamê Meclîsa Partiya ya HDP’ê Mehmet Alçinkaya, Hevserokên HDP’ê yên Gebzeyê Ebûbekir Çoban, endama partiyê Damla Bagci û endamê Meclîsa Şaredariyê yê CHP’yî Osman Kûrûm bi îddîaya ‘endamtiya rêxistinê’ 7 sal û 6 meh, li endamên partiyê Mehmet Karaaslan û Kûdbeddîn Guneşsû jî 6 sal û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê birî.

Dadgehê li Hevseroka HDP’ê Leyla Aydun û Emîne Karaaslan jî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.

Heyetê diyar kir ku yên hatine girtin bila neyên berdan û biryar da ku piştî pêkanîna cezayê bila tevdîrên serbestbûna bi kontrol were kirin.