Li Kobanê di 24 saetan de 73 çete hatin kuştin

Li Kobanê di 24 saetan de 73 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê şevê din bi hêzên tewqiye ku ji Req, Cerablus, Minbic û Girê Spî hatibûn, li rojhilat, başûr û rojava êrîş pêk anîne, lê di encama şerên dijwar de hemû êrîşên wan hatine şikandin. Navendê destnîşan kir ku di van şeran de 73 çete hatine kuştin, gelek cebilxane hatiye desteserkirin û 11 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li Kobanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

“Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 36'an de dewam dikin. Çeteyan ji herêmên wekî Reqa, Cerablûs, Minbic û Girê Spî ango Til Ebyadê hêzên teqwiye û çek anîn. Duh tevahiya rojê û bi şev li hemû eniyan di heman wextî de êrîş kirin. Li dijî êrîşan şervanên YPG/YPJ'ê û gelê me berxwedanek bi heybet nîşan dan û êrîşên çeteyan têk birin. Her wiha hêzên me li dijî çeteyan hin êrîş pêk anîn.

Çeteyan duh êvarê li eniya Rojhilat bi 2 wesayîtên bombebarkirî êrîşên întixarî pêk anîn. Lê her du wesayît jî ji aliyê hêzên me ve li mesafeyek dûr hatin teqandin. Piştî van êrîşan çeteyan êrîşî Kaniya Kurdan û taxa şaredariyê kirin. Şerê li vê derê heta danê sibehê sing bi sing dewam kir û êrîşa çeteyan hate şikandin. Li gorî hatine tesbîtkirin 11 çete hatin kuştin. Li vê derê cenazeyek çeteyan, keleşnîkofek û gelek guleyên wê ketin destê hêzên me.

Li eniya başûr jî çeteyan duh bi şev ji 3 milan ve êrîş kirin. Piştî şerê dijwar çete têk çûn û 13 kuştiyên çeteyan hatin tesbîtkirin.

Li eniya başûr-rojhilat jî çeteyan êrîş kirin, lê rastî bersivek tund a hêzên me hatin. Li vê eniyê piştî şerê dijwar, êrîşa çeteyan hate şikandin û 19 kuştiyên wan hatin tespîtkirin.

Hêzên me duh danê nîvro li eniya rojava li derdora Girê Izea êrîşek li dijî çeteyan li dar xistin. Di vê êrîşê de 2 mînîbus û 2 motorsîkletên çeteyan derb xwarin. Li vê herêmê 16 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin.

Çeteyan di derengiya şevê de li eniya rojava ji 2 milan ve êrîş kirin. Lê êrîş ji aliyê hêzên me ve hatin şikandin. Çeteyan piştre ji ser xeta sînor xwestin êrîş bikin, lê rastî bersiva hêzên me hatin. Li vê derê şerekî demdirêj qewimî. Hêzên me êrîşa li vê xetê bêbandor kirin. Li eniya rojava di şer de 14 çete hatin kuştin.

Hêzên me her wiha dest danîn ser B7 roketavêjekê, keleşnîkofekê û gelek cebilxaneyan. Cenazeyek çeteyan jî ket destê hêzên me.

Di nava 24 saetên dawî de li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê 11 hevalên me bi îrade û biryardariyek mezin wezîfa xwe pêk anîn, bi qehremanî şer kirin û gihîştin şehadetê.”