Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Keşanê di ocaxa maden de hezan: 1 mirî

Li Keşanê di ocaxa maden de hezan: 1 mirî

Di ocaxa maden ya li gundê Kuçukdoganca ya girêdayî navçeya Keşana Edîrneyê hezan pêkhat û karkerekî jiyana xwa ji dest da.

Bûyer li derdora demjimêr 16.00’an rû da. Hezan ji ber sedemekî ku hêjan nehatî tespît kirin, dema ku 6 karkeran 700 metre di bin erdê de bi vagonan kumir dikişand hezan pêkhat. 5 karkeran karî di bin hezanê de xwe rizgar bikin, lê belê ji karkeran Mesût Akçakose di bin hezanê de ma û jiyana xwe ji dest da. Cesedê Akçakose ji aliyê hevalên wî ve ji bin axê hate derxistin.

Cesedê Mesût Akçakose piştî hûrkolînên dozger û cendirmeyan ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê.