Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Kasselê komkujiyên Gurgum û Roboskî hatin bîranîn

Li Kasselê komkujiyên Gurgum û Roboskî hatin bîranîn

Li bajarê Kassel a Almanyayê kesên di komkujiyên Gurgum (Mereş) û Roboskî de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.

Merasima bîranînê li Komeleya Çandê ya Kurdan a Kasselê pêk hat. Di Merasimê de, ku bi beşdariya Kurdistaniyên li Kasselê û herêmên derdorê pêk hat, ji bo kesên di her du komkujiyên Gurgum û Roboskî de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku komkujiya Mereşê bi armanca ku pêşî li Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ku her ku diçû di nava civaka Elewiyan a Kurdistan û Tirkiyeyê de belav dibû û dibû girse bigire, dewletê ev komkujî pêk aniye. Her wiha hate destnîşankirin ku komkujiya Roboskî jî bi aramnca rawestandina serhildana gelê Kurdistanê hatiye pêaknîn.

Di bîranînê de bal kişandin ser rewşa Rojayê Kurdistanê jî û hate diyarkirin ku dewleta Tirk dixwaze bi destê çeteyan li vê parçeya Kurdistanê jî polîtîkaya xwe ya komkuj belav bike û bang li gelê Kurdistanê hate kirin ku di her warî de li Rojavayê Kurdistanê xwedî derbikevin.

Çalakiya bîranînê bi dirûşimên "Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.