Li Kassel û Mannheîmê bîranîna şehîdan

Li bajarên Kassel û Mannheîmê yên Elmanyayê şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatin bîranîn.

Şehîdên azadiyê li bajarê Kasselê yê Elmanyayê hatin bîranîn. Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê Demhat Agît (Seyîtxan Ayaz) û endamê Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê Cemîl Amed (Eser Irmak) ên di 15'ê Cotmehê de li Silêmaniyeyê bi êrişa dewleta Tirk şehîd ketin û di şexsê wan de Sabrî Kobanê (Fawaz Ahmed), Botan Cizîrî /Mahsûm Nayîncî) yên li Rojava şehîd bûn û şehîdên azadiyê hemû hatin bîranîn.

Civîna bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat.

Bavê Sabrî Kobanê ji Rojava peyamek şand û got, "Heyşt kurên min hene, tevî Sabrî sê ji wan şehîd bûn. Ji bo azadiya Kurdistanê pêwîstî pê hebe amade me pênc kurên xwe jî feda bikim."

Xalê Botan Cizîrê Hamît Demîr jî qala jiyan û têkoşîna Botan kir û got, "Botan ne şehîdê me yê destpêkê bû ne jî wê yê dawî be. Em bi şehîdên xwe serbilind in û em ê li ser şopa wan bin."

Bi navê Yekîtiya Doktorên Xêrxwaz ên Kurdistanê Dr. Viryan Yaûssef jî destnîşan kir ku ji bo Kurdan dema yekîtiyê.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî bi beşdariya Dersim Botan (Emran Elî) civîneke bîranînê pêk hat.

Bi navê KOMAW'ê Lokman Arslan axivî û got, "Zarokên Kurdan ji bo xak, ziman û welatê xwe şer dikin û şehîd dibin."

Bavê şehîd Elî jî ji Rojava bi rêya telefonê axivî û got, "Ew şehîdê çar parçeyên Kurdistanê ye. Em ê li ser şopa wî bin. Em ê bi berxwedana wî re bin."

Di civîna bîranînê de dirûşma "Şehîd namirin" hatin qîrîn.