Li Karazê cihê sindoqan hat guhertin

Desteya Hilbijartê ya Navçeya Karazê li ser daxwaza Qaymaqamê Tirk ê li Karazê cihê 8 sindoqan guhert.

Li navçeya Karaz a Amedê, li ser daxwaza Qaymaqamê Karazê, Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Karazê li hev civiyan û bi hinceta bûyerên ku li herêmê diqewimin biryara guhertina cihê sindoqên hilbijartinê da.

Li ser daxwaza Qaymaqamê Navçeyê, navên cihên ku ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ve hatine guhertin wiha ne; 

1- Sindoqên hejmara 1025 û 1026 ku pêwîst bû li Taxa Şaklatê be, li Taxa Yazi yE.

2- Sindoqa hejmara 1004 ku pêwîst bû li Taxa Boyunlu yê were danîn, li Taxa Gozebaşiyê.

3- Sindoqên ku hejmara wan 1017 û 1024 ku pêwîst bû li Taxên Gunalan û Suçikti yê were danîn,li Taxa Mezreya Heyderekan.

4- Sindoqa hejmara 1027 ku pêwîste li Taxa Şerîfogullari be, li Taxa Bozyerê.

5- Sindoqên ku hejmara wan 1013 û 1007 ku pêwîste li Taxên Eyupler û Çakmakli be, biryar dan ku li Lîseya Gelek Bername ya ku li navenda Navçeya Karazê ye were danîn.