Li Karamanê 20 karkerên kanê asê man
Li Karamanê 20 karkerên kanê asê man
Li Karamanê 20 karkerên kanê asê man
Li Karamanê, hat ragihandin ku ji ber av lê qewimî 20 karker li kanekê asê mane. Walî Koca diyar kir ku ava li binê erdê kom bûye, ketiye hundirê galeriyê, lewma karker asê mane.
Li navçeya Karaman Ermenekê, li kaneke sentora taybet a li herêma Guneyyûrtê, ji ber av lê qewimî 20 karker asê man. Bi hejmareke zêde ya arkujan, ekîbên lêgerîn-rizgarkirin û tenduristiyê xebatên rizgarkirinê hatin destpêkirin.
Waliyê Karamanê Mûrat Koca got, "Ava li binê erdê kom bû, ketin hundirê galeriyê, niha li wê beşê 20 karkerên me hene. Li galeriyên din pirsgirêk nîne. Zêdeyî 40 heval hene. Ew derketin. Niha 20 hevalên me li binê erdê ne."