Li Karaman 18 karker hê jî nehatine rizgarkirin

Li Karaman 18 karker hê jî nehatine rizgarkirin

Li Karamanê 18 karkerên ku di kana komirê de asê man hê nehatine derxistin, rayedarên hikûmetê yê wek berpirsyarên bûyerê tên dîtin ku lêkolînê xwe berdewam dikin navê karkerên di bin erdê de mane hatin aşkerakirin. DÎSK’ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî mijarê de got , "Wê pergala sermayeyê hê çend canên din bistîne.”

Di kana komirê de ya li bajaroka Guneyyurt a navçeya Ermenek a Karaman 18 karker ji ber ava ku kete kanê asê man, xebata rizgarkirina karkeran didome.

Ji rayedarên hikûmetê yên bi sedema ku tedbîran nagirin û hêrsa wan a kar tên rexnekirin Wezîrê Kar û Ewlekariya Civakî Faruk Çelîk û Wezîrê Veguhastin, Deryavanî û Ragihandinê Lutfî Elvan danê sibehê xebatên rizgarkirina karkeran lêkolîn kirin.

NAVÊ KARKERÊN DI KANÊ DE ASÊ MANE AŞKERA BÛN

Navê karkerên di kanê de asê mane wiha ne, "Osman Çoksoyler, Husnu Çolak, Alî Haznedar, Kerîm Haznedar, Mehmet Tokat, Huseyîn Çolak, Îsa Gozbaşi, Bahrî Uzer, Kamîl Yaman, Tezcan Gokçe, Ugur Îlhan, Huseyîn Gultekîn, Îsmaîl Gurses, Mehmet Baha, Mehmet Ozcan, Hasan Tuncer, Recep Çîloglu, Omer Cansu."

DÎSK: LI WELATÊ ME PERGALA EWLEKARIYÊ YA KAR HILWEŞIYAYE

Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko di daxuyaniya xwe de got ku, pêwîst e li tevahî kanên gelemperiyê pergala taşerontiyê bê rakirin û got, “Ev pergala sermayeyê ya ji exlaq û norman dûr ku der barê şêwazê taşerontî û karên bê tedbîr de gotinekê jî nabêjin û hemû sûcî diavêjin ser karkeran wê hê çend canên din bistîne. Li welatê me pergala ewlekariya kar û tenduristiya karkeran hilweşiyaye."