Li Kaîserslaûternê meclîs hate ragihandin

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kaîserslaûterê kongreya xwe pêk anî û meclîsa destpêkê ya ji 27 kesan hilbijart.

Kongre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Kaîserslaûternê pêk hkat û nûnerên NAV-DEM'ê, Hevseoka NCDK a Saabruckenê Dîlan Akdogan, nivîskar Azîz Tûnç û gelek Kurdên li Kaîserslaûtern û derdora wê dijîn tevlî bûn. Ayhan Çîftçî di destpêka kongreyê de axivî û kongre piştre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Li ser navê dîwanê Dîlan Akdogan peyivî û anî ziman, ku cihê kefxweşiyê ye ji ber ku rêxistinbûna beriya niha bi rengê komunê tevdigeriya yekemcar veguheriye meclîsê.

Nivîskar Azîz Tûnç jî rojeva heyî nirxand û destnîşan kir, mezinbûna Şoreş Rojava tê wateya azadiya li Kurdistan û gelemperiya Rojhilata Navîn.

Piştî nirxandina pêvajoya siyasî, rapora karê salekî û maliyeyê hate xwendin. Piştî erêkirina raporê, hilbijartina meclîsê hate kirin. Ji bo meclîsa ji 27 kesan, Ayhan Çîftçî û Selma Kaya weke hevserok hatin hilbijartin.