Li Kadikoyê qeyûm hatin protestokirin: 2 kes hatin destgîrkirin

Pîroglû yê HDP’î ku nerazîbûn nîşanî rênedana çalakiya li Kadikoyê ku li dijî dagirkirina şaredariyên HDP’ê ku dixwest bê kirin da û got: “Ne qesir û ne jî kesên di bin fermana qesrê de kar dikin, nikarin bibin asteng. Em bêdeng nabin, çok nadanin."

Polîsan rê neda ku çalakiya ji bo protestokirina desteserkirina qeyûman a şaredariyan a li Qada Kadikoy Îskelesî bêkirin.

Di çalakiyê de ku du kes hatin destgîrkirin, Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû yê di bin dorpêçê de bang li gel kir got: “Ne qesir û ne jî kesên di bin fermana qesrê de kar dikin, nikarin li pêşiya me bibin asteng. Em bêdeng nabin, teslîm nabin û çok nadanin.”

Çalakiya ku dihate xwestin li Qada Îskele ya li ser banga rêxistina HDP’ê ya Kadikoyê bê kirin, polîsan asteng kir. Polîsan dor li Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû girtin û rê nedan ku kes nêzîk bibe.

Jinek û mêrek ku nerazîbûn nîşanî dorpêçê dan hatin destgîrkirin. Pîroglû yê dor li wî hatibû pêçan bang li gel kir û got: “Ev dorpêç ji bo dengê me negihêje we ye. Ev dorpêç astengiyeke li hember jinan ên li dijî destdirêjî û destavêtinê serî hildidin û mafê parastina jiyanê dike ye.”

Pîroglû bi domderî got: “Heta dawî em ê ji bo aştî, demokrasî û azadiyê li ber xwe bidin. Bi vê dorpêçê û zilmê wê çavê me netirsîne. Li herêmê zilimkirin wê nikare denê Stenbolê qût bike. Me li vî welatî vîna xwe li sindoqan derxist. Ne qesir û kesên di bin fermana qesrê de kar dikin, nikarin me bidin sekinadin. Bila baş bizanin yên qeyûm danîn ser şaredariya Wan, Amed û Mêrdînê, qeyûm danîn ser vî welatî. Em bêdeng nabin, teslîm nabin û çok nadanin.”