Li Japonyayê hişyariya bagerê, Fukuşîma jî di metirsiyê de ye

Li Japonyayê hişyariya bagerê, Fukuşîma jî di metirsiyê de ye

Li Başur û Rojhilatê Japonyayê bagera bi hêz ya “Man-yi” pêk tê. Ji ber sedema barana ku heta niha weke wê ne hatiye dîtin, li beşek mezin yê herêmê hişyariya teybet hat kirin. Li santralên nûkleerê yên Fukuşîma ji bo valakirina avên baranê ewlehiyên teybet hatin girtin.

Bagera “Man-yi” ya ku li Asyayê îsal ya 18’emîne, îro gihişt girava Honshu. Leza ba di seatê de 160 km hat dîtin. Ajansa Meteorolojî ku di navde Kyoto jî heye, li gelek herêman di asta herî jorde “hişariya taybet”  kir.

Hat ragihandin ku herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 65 kes jî birîndar bûne. Ji ber sedema baranê û şemitîna axê bi sedan mal di bin avê de man û zirar dîtin. Avên çem û rûbaran bilind bûn.

Li rojavayê welat di navde Kyoto û Osaka jî heyî, li gelek herêman nêzî 500 hezar kesan ji bo veguhastina cih bangewazî hatin kirin. Trafîkê  ji ber şert û mercên hewaya xirab felç bûn. 300 balefirên ji Tokyo rabûna hatin rawestandin.

Li rojhilatê welat bi teybetî jî piştî ku di 11’ê Adara 2011’an de bi tusunamiyek mezin zirar dît, Fukuşîma ya ku santralên nûkleerê lêne hişyarî hat dayîn. Hat ragihandin ku li Tokyo Electric Power (Tepco) bikarhênera santralê ji bo valakirina avên baranê ewlehiyên teybet girtine. Lê bi barîna baranên hîn zêdebûn, ava zêde ya ku li bin santralê kom dibe  sedema zêdebûna radyoaktif avê ku ew jî gumanan çêdike.