Li Îzmîrê êrîş kirin li ser buroya BDP’ê
Li Îzmîrê êrîş kirin li ser buroya BDP’ê
Li Îzmîrê êrîş kirin li ser buroya BDP’ê
Li dijî buroya BDP’ê ya li Taxa Înonu ya navçeya Karşiyaka ya BDP’ê ji aliyê kesê yan jî kesên nediyar ve êrîş pêk hat.
Li navçeya Îzmîrê ya Karşiyaka Taxa Înonu li dijî buroya BDP’ê êrîş pêk hat. Endamên BDP’ê yên danê sibê hatin ber buroyê êrîş şermezarkirin. Serokê Rêxistina Karşiyaka ya BDP’ê Haydar Tekîn got, "Em ji vir careke din dibêjin, ew êrîş wê nikaribin me ji rêya me qut bikin. Wek gelê kurd me pir êş kişandin. Gundên me hatin şewitandin , xizmên me bi cinayetên kiryar nediyar hatin qetilkirin.” Tekîn di berdewama axaftina xwe got ku dixwazin gelê tirk jî wan fêm bike.
Rojên borî buroya BDP’ê ya li Taxa Înonu, bi merasîmeke ku Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahettîn Demîrtaş û Parlamenterê Stenbolê yê BDP’ê Sirri Sureyya Onder jî amade bû hatibû vekirin.