Li Îzmîrê coşa 1’ê Gulanê

Li Îzmîrê coşa 1’ê Gulanê

Li Îzmîrê bi tevlîbûna dehezaran kesî pîrozbahiya 1’ê Gulanê destpê kir. Êrîşa li dijî karkeran a li Stenbolê hat protestokirin û di dema meşê de komeke Ulkucuyan li hemberî korteja BDP’ê  êrîş pêk anî. BDP’iyan jî bersiv da êrîşê û di navbera komê û BDP’ê de pevçûn derket.

Li Îzmîrê HDK, Însiyatîfa Îzmîr Çaresriyê dixwaze, DÎSK, BDP, SDP Û EMEP ji qada Basnameyê, sendîkayên girêdayên KESK’ê  ji Qada Konakê, sendîkayên girêdayê Turk-Îş’ê jî Gara Alsancakê berbi Qada Gundogdu ve dest bi meşê kir.

Pîrozbahiyên ku li gorî salên borî bi coştir derbaz dibe, dîmenên rengîn balê dikişîne. Di dîroka îzmîrê de cara yekemîne hemû rê li trafîqê hatin girtin û ji bo kedkaran hat vekirin. Polîsan jî girse şopand.

Li aliyê din di meşa ji Basmaneyê destpê kir de di dema derbazbûna korteja BDP’ê de komeke Ulcuyan li Çankayayê bi gotinan êrîş kir. Piştre bi keviran êrîş kirin û di navbera BDP û koma Ulkucuyan de pevçûn pêk hat. Polîs mudaxaleyê bûyerê kir. Koma faşîst ji kortejê dûrxistin û pêşî li bûyerê girtin.

Her wiha êrîşa li dijî karkerên li Stenbolê xwestin bikevin Taksîmê jî hat protestokirin û dirûşmeyên ‘Her der Taksîme, her der berxwedane’ hat qîrîn.

Pîrozbahiya li Qada Gundogdu pêk hat, Sirûda Enternasyonal destpê kir. Ji bo kesên di têkoşîna şoreş û sosyalîzmê de jiyana xwe ji dest dabûn deqeyek rêz hat girtin û piştre  KESK, DÎSK, TMMOB û Turk-Îş’ê daxuyaniyek hevpar da. Li ser navê wan Nûnerê 3’emîn Herêma Turk-îşê Hasan Huseyîn Karakoç xwend.

Karakoç da zanîn ku li dijî êrîşên Emperyalîst  KESK, DÎSK, TMMOB û Turk-Îş hatine cem hev û da zanîn ku, kesên dixwazin girseya Îzmîrê parçe bikin negihiştin armanca xwe.

Karakoç  anî ziman ku, ew êrîşên li dijî karkeran li Stenbolê jî protesto dikin û got ew dê li dijî êrîşan her sal bi hêztir xwe rêxistin bikin.

Li qadê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin û  her wiha pankarta ‘Ji Serok Apo re azadî. Ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hat vekirin û her wiha posterê her sê siyasetmedarên Kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin jî hat hildan.

 Pîrozbahiyê bi konsera hunermend Suavî dawî bû.