Li Îzmîrê bi 10 hezaran kes diherikin qada 1’ê Gulanê

Li Îzmîrê bi 10 hezaran kes diherikin qada 1’ê Gulanê

Li Îzmîrê bi tevlibûna dehezaran kesî pîrozbahiya 1’ê Gulanê dest pê kir.  êrîşa li dijî karkeran a li Stenbolê hat protestokirin û  didema meşê de komeke Ulkucuyan li hemberî korteja BDP’ê  êrîş pêk anî. BDP’iyan jî bersiv da êrîşê û di navbera komê û BDP’ê de pevçûn derket.

Li Îzmîrê HDK, Însiyatîfa Îzmîr Çaresriyê dixwaze, DÎSK, BDP, SDP Û EMEP ji qada Basnameyê, sendîkayên girêdayên KESK’ê  ji Qada Konakê, sendîkayên girêdayê Turk-Îş’ê jî Gara Alsancakê berbi Qada Gundogdu ve dest bi meşê kir.

Pîrozbahiyên ku li gorî salên borî bi coştir derbas dibe, dîmenên rengîn balê dikişîne.   Di dîroka îzmîrê de cara yekemîne hemû rê li trafîqê hatin girtin û ji bo kedkaran hat vekirin.  Polîs jî girse şopandin.

Li aliyê din di meşa ji Basmaneyê destpê kir de di dema derbasbûna korteja BDP’ê de komeke Ulcuyan li Çankayayê bi gotinan êrîş kir.  piştre bi keviran êrîş kirin û di navbera BDP û koma Ulkucuyan de pevçûn pêk hat. Polîs mudaxaleyê bûyerê kir.  koma faşîst ji kortejê dur hat xistin û pêşî li bûyerê girtin.

Her wiha êrîşa li dijî karkerên li Stenbolê xwestin bikevin Taksîmê jî hat protestokirin û dirûşmeyên ‘Her der Taksîmê, her der berxwedane’ hat qêrîn.