Li Iraqê wê hikûmeta nû ava bibe, rewşa Başûr jî şîlo ye!

Hate gotin, Adil Abdulmehdî vê hefteya were wê qabîneya xwe ragihîne. Li Başûr jî, encamên hilbijartinê ku diviyabû di nava 72 saetan de bihatina eşkerekirin, 20 roj in nehatine ragihandin.

Adil Abdulmehdî ku ji bo hikûmetê ava bike 2'yê Cotmehê hatî peywirdarkirin di nav 30 rojî divê hikûmetê ava bike, heke na divê kesekî dî were peywirdakirin. Abdulmehdî ji bo hikûmeta nû ava bike bi partiyên Iraqî û Başûr re dan û stand. Di 20 rojên mayî de Abdulmehdî herî pir li Başûrê Kurdistanê danûstandin kir.

SARÎÛN Û FETÎH DI NAV HIKÛMETÊ DE WÊ CIH NEGIRIN

Tê payin ku Abdulmehdî vê heftiya were kabîneya xwe ragihîne. Tê gotin di hevdîtinan de lîsteya Sarîûns û koalîsyona ku bi serektiya Mukteqa El Sadr ji Abdulmehdî re ragihandiye ku di hikûmeta nû de wê wezîran nede Abdulmehdî lê salekê wê destekê bide hikûmeta ku wê nû were avakirin û heke hikûmeta nû ji hêviyên wan re bibe bersiv wê desteka xwe bidomînin, ku nebe bersiv jî wê hikûmetê birûxînin.

Her wiha Lîsteya Fetîh û koalîsyonê jî diyar kir ku ew ê wezîrtiyê nede hikûmeta nû û xwest ku Lîderê Partiya Dewlet Qanûnê Nûrî Malîkî peywira xwe ya alîkariya Serokkomariyê bidomîne.

Ji ber ku Sarîûn û Fetîh di nav hikûmeta nû de wê cih negirin ji niha ve mirov dikare bibêje ku hikûmeta nû wê zêde nemîne.

PDK Û KURD ÇI DIXWAZIN?

Di hikûmeta nû de Kurd bi roleke girîng radibin. Heta niha di hikûmetên Iraqê de 3 wezaret dane Kurdan. Ji van yekê didin PDK'ê, yekê didin YNK'ê û yekê didin Goran. Abdulmehdî di hikûmeta nû de jî ev daye ber xwe. Lê tê gotin PDK vê carê 4 wezaretan dixwaze. Di van 20 rojên dawî de Abdulmehdî Nêçîrvan Barzanî 2 caran serdana Bexdayê kir. Barzanî di serdanê de dixwaze ne 3 lê 4 wezaretan biin Kurd. Her çendî wiha xuya dike ku ji Kurdan re dixwaze jî dixwaze 2 wezaretan bidin PDK'ê. 

Tê gotin ku di hevdîtinan de PDK bi taybetî daxwaza Wezareta Maliye û Gumrukê dike. Ev wezaret di navbera salên 2014-2016'an de di destê PDK'ê de bû. PDK'ê Hoşyar Zebarî li vê wezaretê bi cih kiribû. Sala 2016'an ji ber ku bi belgeyan eşkere bû ku Zebarî gendelî kiriye, ji vê wezaretê hatibû derxistin. Lê belê PDK dixwaze di hikumeta nû de jî ev wezaret radestî wan bê kirin.

ENCAMÊN HILBIJARTINA HERÊMÎ HÎN NEHATINE EŞKEREKIRIN, ÇIMA?

Li Iraqê rewşa nediyar a li ser avakirina hikumeta nû dewam dike. Li Başûr jî roja 30'ê Îlonê hilbijartin hatibû kirin. Encamên hilbijartinê ji aliyê qanûnî ve diviyabû di nava 74 saetan de bihata eşkerekirin. Lê belê 20 roj di ser re derbas bûne û hîn encam nehatiye eşkerekirin. Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Başûr bi daxuyaniyekê ragihand ku encamên hilbijartinê wê hefteya bê were eşkerekirin. Heman Desteya Hilbijartinê ya Bilind rojek piştî dengdanê dabû xuyakirin ku 85 ji sedî yê dengan hatine jimartin û hejmara parlamenterên ku bi partiyan derxistine eşkere kiribû. Çima tenê 85 ji sedî yê dengan hatine jimartin? 15 ji sedî yên mayî çima nehatin jimartin? Encameke wiha derdikeve holê; bi rêjeya 15 ji sedî yê dengan re wê hewl bê dayin ku encam were guhertin. Tevgera Nifşê Nû û YNK'ê îtiraz kirin û ragihandin ku li Behdînanê bi taybetî li Hewlêr û Duhokê dek û dolab hatine gerandin. Komeleya Îslamî jî heman îtiraz kir. PDK û Îslamî Yekgirtû jî gotin, 'Li herêma YNK'ê hîle hatiye kirin'. Eşkere bû ku PDK'ê kiriye ku Îslamî Yekgirtû di vê mijarê de daxuyaniyê bide. Tevî ku encamên hilbijartinê hîn nehatiye eşkerekirin, tê gotin ku PDK hewl dide bêyî YNK'ê hikumetekê ava bike. Lewma fikar hene ku ji ber vê yekê temamiya encaman nehatine eşkerekirin û dest li encamên giştî tê werdan.

Eşkerenekirina encamên hilbijartinê û nîqaşên tên kirin nîşan didin ku kaosa siyasî ya li gelemperiya Iraqê li Başûrê Kurdistanê girantir e.