Li Iraqê kaos kûr dibe
Li Iraqê kaos kûr dibe
Li Iraqê kaos kûr dibe
Li Iraqê, tengezariya ji ber binçavkirina parlamenter Ahmed el-Alvanî yê nûnerê suniyan û rakirina kampek li bajarê Ramadî rû da, bilind bû. Kolan veguherîn qada şer. Li Parlamentê jî 44 parlamenterên sunî îstifa kirin.
Li Iraqê ku bûyerên tundiyê gihaşt asta pevçûnên mezhebî yên sala 2008'an, bi operasyonên hikûmeta Şîa a bi hinceta El Qaîdeyê re, tengezariya mezhebî careke din zêde bû.
Parlamenterê sunî Ahmet el-Ahvalî ku bi desteka xwe ya ji bo protestoyên li hemberî hikûmetê tê naskirin û ji aliyê hikûmetê ve bi destekdayîna El Qaîdeyê tê sûcdarkirin, di encama serdegirtina mala wî ya 28'ê Kanûnê de hat binçavkirin. Di pevçûna dema serdegirtinê de birayê wî û 5 parêzvanên wî mirin.
KAMP JI HOLÊ HAT RAKIRIN
Li nêzî Ramadî kampa konan a bi armanca protestokirinê hatavakirin, di encama serdegirtina hêzên ewlekariyê de ji holê hatin rakirin. Vê kampê ev saleke rêya wesayîtan bloke kiribû. Hikûmetê tawanbar kiribû ku ev kamp biryargeha El Qaîdeyê ye û ferman dabû ku bê rakirin. Berdevkê Serokwezîr Nûrî El Malîkî Alî Mûsavî got, "Polîs hemû kon rakir û rê vekir."
Berdevk her wiha diyar kir ku piştî endamên El Qaîdeyê ji kampê reviyan ti windahî rû nedane, lê doktorê nexweşxaneya li Ramadî Ahmed El-Anî anî ziman ku ji çalakgeran 10 mirî û 30 birîndar hene.
EŞÎRÊN SUNÎ RABÛN SER PIYAN
Nerazîbûna civata sunî u li welêt di rewşa hindikahiyan de ye, bi operasyonan re zêde bû. Sunî dibêjin ku hikûmeta Şîa bi qanûna antî-terorê re sûîstîsmalan dike.
Li dû operasyonan, eşîrên sunî yên li herêmên Anbar û Ramadî yên Iraqê ketin nava tevgerê. Li Ramadî ji mizgeftan banga 'cîhadê' hat kirin. Hin kesên çekdar li hin kolanan gule li nuqteyên hêzên ewlekariyê reşandin.
Eşîran di daxuyaniyeke hevpar de ragihandin ku wan gelek herêm û rêyên bingehîn ên bajêr bi dest xistine, rêyên alîkarî ji hêzên ewlekariyê û yekîneyên "Swat" ên Malîkî re diçin girtine û armanca wan jî bi destxistina Tûgaya 8. e ku lê rayedarên leşkerî yên payebilind wezîfeyê dikin.
Tê gotin li herêmê pevçûnên nû rû didin û di pevçûnan de kuştî û birîndar hene. Her wiha tê gotin ku raperînerên Sunî gelek leşkerên Iraqê dîl girtine. Der heqê mijarê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Pevçûn li bajarê Fellûce yê navbera Ramadî û Bexdayê jî rû da. Li gorî çavkaniyekî polîsan, çalakgeran gelek wesayîtên leşkerî şewitandine.
Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê xwe ji pêş çalakgeran vekişandine û hat îdîakirin ku endamên eşîran bi fuzeyên Katyûşa êrîşî biryargeha leşkerî ya li herêmê ya bi navê "Tarik" kirine. Agahiyên berfireh ên êrîşê nehat peydakirin, lê belê çavkaniyên herêmî diyar dikin ku ji herêmê dûxan bilind dibe.
Serê sibê li Fellûceyê pevçûn derket û tevî jin û zarokan 7 sivîlan jiyana xwe jid est dan, 20 kes jî birîndar bûn.
44 PARLAMENTERAN ÎSTFA KIRIN
Tengezariya li kolanan bandora xwe li parlamentê jî kir. Li parlamenta Iraqê ji lîsteya Mutehidûn ku wek lîsteya Suuniya tê naskirin şevê din weke nerazîbûn li dîjî destwerdana hêzên ewlehiyê yên Iraqê ya li dijî xwepêşandana bajarê Ramadî nameya dest ji berdana kar radestî serokê Meclîsê kirin.
Tê gotin ji destpêka salê ve di bûyerên tundiyê yên li Iraqê de nêzî 7 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.