Li Iraqê êrîşên xwekujî: 12 mirî, 15 birîndar

Li Iraqê êrîşên xwekujî: 12 mirî, 15 birîndar

Di êrîşên xwekujî yên li bajarên Iraq Samarra û Ramadî de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Samarra yê 125 kîlometre li bakurê paytexta Iraq Bexdayê ye, li nêzî mala albay Nasir Davût êrîşeke bombeyî rû da û di encamê de herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku Davût ji ber êrîşeke beriya wê lêkolîn dikir, ne li malê bû. Di êrîşê de 6 xizmên Davût jiyana xwe ji dest dan.

Çavkaniyên polîsan dan xuyakirin ku çalakvanekî xwekujî wesayîta bombebarkirî, bi kombûna girseyekê li ber mala Davût teqandiye.

Wekî din li bakurrojavayê Bexdayê jî di encama du êrîşên 8 çalakvanên xwekujî de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn. Hat hînbûn ku hedefa êrîşên li vê derê jî avahiyên hikûmet û hêzên ewlekariyê bûne. Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de, sê endamên Meclîsa Ramadî hene.

Çavkaniyên polîsan diyar kirin ku du çalakgerên xwekujî bi peyatî û çalakgerek jî bi wesayîta bombebarkirî erîşî qereqolê kirine. Çalakgerê çaremîn ê xwekujî jî bi wesayîta bombebarkirî êrîşî nuqteya kontrolê kir.

Li hemberî buroyên rêveberiya herêmî jî, sê çalakvanên xwekujî bi peyatî û yek jî bi wesayîta bombebarkirî êrîş pêk anîn.