Li Iraqê êrîşên nû: 45 kesî jiyana xwe ji dest da
Li Iraqê êrîşên nû: 45 kesî jiyana xwe ji dest da
Li Iraqê êrîşên nû: 45 kesî jiyana xwe ji dest da
Di êrîşên li Bexda û Musulê pêk hatin de 45 kesî jiyana xwe ji dest da û 50 kes jî birîndar bû. Welat di nava hawireke şîdetê ya nû de ye.
Li paytexta Bexda ya Iraqê li taxa El Kesre, li hemberî mizgefta Şîî El Tamîmî çalakiya întîxarî pêk hat û herî kêm 39 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê fermandariya Operasyonên Bexdayê Albay Saat Mean, da zanîn ku li taxa El Kesre di dema ku sohbet li mizgeftê dihat kirin de kesekî bombe li ser xwe teqandiye. Li aliyê din hat hînbûn ku întîxara duyemîn hatiye astengkirin.
LI MUSULÊ LI DIJÎ ENDAMÊ MECLISÊ SUÎKAST
Îro di saetên sibê de li Musulê li navçeya Şora li hemberî endamê Meclisê Xelef Hemît êrîşa çekdarî pêk hat û jiyana xwe ji dest da. Hêj kesî êrîş negirtiye ser xwe.
Li bajarê El Faysal ya Musulê li hemberî wesayîteke leşkerî êrîşa bombeyî pêk hat û polîsek mir û 3 jî birîndar bûn.
Li taxa el Kadisiye ya Musulê jî di malekê de agir derket û 4 kes mirin. Tê gotin ku di agir de gumana sabotajê heye.
ŞÎDET ŞÛNDE VEDIGERE
Roja çarşemê li Bexdayê li hemberî mizgefteke Şîî êrîşa întîxarî çêbû û herî kêm 30 kes mirin. Çalakgerekî întîxarî beriya ku bombeyê biteqîne ji aliyê gel ve hatibû kuştin.
Bûyerên şîdetê her roj dibe sedema mirina dehan kesî. Li gorî bîlançoya AFP’ê ji serê salê heta niha 4 hezar kes mirine.
Îsal li gorî 6 salên berê, di warê miriyan de sala herî xerab bû. Hikûmet rewşê nekare bike bin kontrolê. Hinek pispor diyar dikin ku ev bûyerên şîdetê ji ber ku hinek komên çekdar ketine nava teşkîlata polîsan pêk tên.