Li Iraqê di nava mehekê de nêzî hezar kes mirin

Li Iraqê di nava mehekê de nêzî hezar kes mirin

Hat ragihandin li Iraqê di nava meha Îlonê de nêzî hezar kes di bûyerên dijwariyê de jiyana xwe ji dest dane. Ev yek jî nîşan dide ku rewşa ewlekariyê ya li welêt nebaş bûye û vegeriyaye asta pênc sal berê.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Mîsyona Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî ve hat dayîn, di nava meha Îlonê de di bûyerên dijwariyê yên li Iraqê de 979 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 133 kes jî birîndar bûn.

Herêma ku herî zêde di bin bandora êrîşan de ma Bexda bû. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, li herêma paytext Bexdayê 418 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî hezar kes jî birîndar bûn. Li dû Bexda jî herêmên Nînova, Selahaddîn û Anbar tên.

Li gorî hikûmeta Iraqê di meha Îlonê de 86 jê "milîtanên radîkal" 971 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Piraniya êrîşan ji aliyê El Qaîde ve hatin kirin. Bi giranî jî qadên futbolê, merasîmên cenaze, bazar û mizgeftên civata Şîa diçûnê, bûn hedefa êrîşan.

Bi van êrîşan re rewşa ewlekariyê ya li Iraqê veguherî dema pevçûna mezhebî ya navbera salên 2005-2009'an. Li gorî hin çavdêran, ev pêla nû ya dijwariyê, dê heta hilbijartinên giştî yên sala 2014'an dewam bike.

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Bexdayê Gyorgy Bûsztîn bal kişand ser koça navxweyî yal i Iraqê û behsa "xalîkirin-paqijkirina etnîkî" kir. Bûstzîn got, "Çavtirsandin û bûyerên dijwariyê yên komên îllegal ên çekdaran ku civakê neçarî terikandina malên xwe dike, nayê qebûlkirin û ev yek bi awayekî zelal binpêkirina mafên mirovan e."

Li Iraqê ji sala 2006'an û vir ve piraniya wan di pevçûnên mezhebî yên navbera salên 2006-2007'an de, nêzî 1,13 milyon kes neçar man malên xwe biterikînin. Neteweyên Yekbûyî destnîşan dike ku hînê ji van 467 hezar kes di şert û mercên giran û zehmet de dijîn.

Komên ser bi El Qaîdeyê di mehên dawî de bi taybetî êrîşî qadên futbolê, bazar û mizgeftên Şîa dikin. Di êrîşên li dijî Suniyan de jî dîsa zêdebûn heye. Hikûmet îdîa dike ku operasyonên li dijî komên çekdar encamên erênî bi xwe re anîne, bi sedan şervan hatine girtin û bi dehan ji wan hatine kuştin. Lê belê nerazîbûna li hemberî hikûmeta Şîa her diçe zêde dibe. Bi taybetî gelek nerazîbûn heye ku li hemberî civaka Sunî pêkanîn û girtinên kêfî tên kirin.

Neteweyên Yekbûyî û gelek dîplomat ji hikûmeta Nûrî El Malîkî ya Şîa dixwazin, ji bo pêşî li marjînalîzebûna Suniyan bê girtin, reforman bike. Li hemberî zêdebûna bûyerên dijwariyê, hikûmet Malîkî giranî da kampanya zextan a li dijî "raperîneran." Li gel vê, xetimîna di rêveberiya siyasî de, karên ne li rê û pirsgirêkên di xizmetên raya giştî de, vê tevlîhevî û nearamiyê zêde dikin.