Li Iraqê di meha Nîsanê de 460 kes mirin
Li Iraqê di meha Nîsanê de 460 kes mirin
Li Iraqê di meha Nîsanê de 460 kes mirin
Li Iraqê bûyerên tundiyê zêdebûn û di meha nîsanê de 460 kes mirin. Li welat di roja yekem ya gulanê de 18 kes mirin.
Li Iraqa ku her roja diçe pevçûnên di nava mezheban de zêde dibe, meha Nîsanê li Iraqê bû yek ji demên dawî yên herî bixwîn. Li welat di pevçûnên ku meha Nîsanê de rû dayîn herî kêm 460 kes mirin û hezar û 219 kes jî birîndar bûn.
Di nava kesên hatine kuştin de 54 polîs, 53 leşker, 14 milîsên Şiî û 2 pêşmerge hene. Kesên di meha Nîsanê de mirine piraniya wan sivîlin.
Li welat di meha Adarê de jî 271 kes miribûn, 906 kes jî birîndar bibûn.