Li Iraqê bîlançoya meha Nîsanê: 712 mirî

Li Iraqê bîlançoya meha Nîsanê: 712 mirî

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Mîsyona Iraqê ya NY ve hatî dayîn, meha Nîsanê ji Hezîrana 2008’an ve bû meha herî bixwîn.

Mîsyona Iraqê ya NY got: “Meha Nîsanê ji Hezîrana 2008’an û vir ve bû meha herî bixwîn. Bîlançoya çalakiyên tundî û terorîstiyê; 712 mirî û 1633 jî birîndar.”

Li gorî daxuyaniyê ji kuştina sivîlan 211 mirî û 486 birîndar di bûyerên tundiyê de herî zêde Bexda bandor bûye, piştî van jî Diyala, Selahedîn, Kerkûk, Nînova û El Anbar dişopîne.

Li Iraqê bitaybet piştî 23’ê Nîsanê pêlek mezin ya tundiyê destpêkiriye. Li gorî çavkaniyên ewlekarî û nexweşxaneyan, di operasyonên li dijî xwepêşandanên dijberê Serokwezîr Nûrî Malikî de ya li navçeya Hewîceya Kerkûkê de zêdetirî 240 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî meha Kanûnê li herêmên Sunî lê zêde heyî li dijî hikumetê xwepêşandan çêdibin. Çalakvan dixwazin Serokwezîr Nûrî Malikî îstîfa bike û ji ber aydiyetên olî dawî li polîtîkayên marjînalkirinê berde.

Van bûyerên tundiyê careke din rê li ber fikarên şerê mezheban vekir. Sala 2003’an piştî dagirkirina Amerîkayê ya Iraqê di navbera salên 2006-2007’an de şer di navbera mezheban de rû dabûn û bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dabû.