Li Iraqê 6 kesên din bi vîrûsa Korona ketin
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku li bajarên cuda yên Irarqê 6 kesên din jî bi vîrûsa Koronayê ketin.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku li bajarên cuda yên Irarqê 6 kesên din jî bi vîrûsa Koronayê ketin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, 2 kes li bajarê Necef, 2 kes li bajarê Besrayê, kesek li Hewlêr û yek jî li bajarê Silêmaniyê bi vîrûsê ketine.
Li gorî daneyên fermî yên Iraqê 60 kes bi vîrûsê ketin û 7 ji wan jiyana xwe ji dest dan.