Li Iraqê 10 kanalên TV’yê hatin qedexekirin
Li Iraqê 10 kanalên TV’yê hatin qedexekirin
Li Iraqê 10 kanalên TV’yê hatin qedexekirin
Hikumeta Iraqê ku di nav de televîzyona El Cezîre jî heyî lîsansa 10 televîzyonên peykê bi sûcdariya tundiyê teşwîq dikin îptal kir.
Komîsyona Çapemenî û Ragihandina Iraqê kanalên lîsansên wan îptal kirin bi “Bûyerên heyî mezin kirin, agahiyên şaş dayîn û bi binpêkirina zagonan bang li êrîşên li dijî hêzên ewlekariyê kirin” hatin sûcdar kirin. Komîsyonê da diyarkirin ku, peyamên bêdîsîplîn yên çapemeniyê hemû sînorên maqûl derbaz kirin û weke, ‘gefa ku pêvajoya demokrasiyê ber bi xeteriyê ve dibe’ binav kir.
Kanalên televîzyonê yên li tevayî Iraqê faliyetan birêve dibin û hatine qedexekirin evin: Bexda TV (Kanala partiya Îslamî), kanala nûçeyan ya Shargiya û Shargiya, Babiliya (Xwediyê wê parlementerekî Suniye), Selahedîn, Anwar 2 (kanala Şiî ya Kuwêtê), taghyeer, Feluce, El Cezîre û Gharbiya.