Li Îranê qeza: 16 Iraqiyan jiyana xwe ji dest dan

Li Îranê qeza: 16 Iraqiyan jiyana xwe ji dest dan

Li Îranê di encama qezayeke trafîkê de herî kêm 16 welatiyên Îraqê jiyana xwe ji dest dan û 20 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî ajansa ÎSNA ya Îranê, şeva 16’ê Îlonê li ser rêya bajarê Qomê yê Îranê, otobusa rêwiyan ya ku welatiyên Iraqê tê de bûn, ji Qomê ber bi Xuzistanê ve diçûn, li nêzîkê bajarê Birûcêrdê qelibî.

Li gorî agahiyên ji berpirsê polîsê trafîka parêzgeha Loristanê Dalwend hatine girtin, di bûyerê de 16 rêwiyan jiyana xwe ji dest dane, 20 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ji heman çavkaniyê hatin wergirtin, li gorî lêkolînên li cihê, derketiye ku sedema bûyerê ji westana şofêrê otobûsê ye û li ser dîreksiyonê bi xew ve çûye.

Hat ragihandin, hemû rêwiyên di otobûsê de welatiyên Iraqê ne û birîna 4 kesan jî girane.