Li Îranê di nava salekê de 12 hezar Kurd hatin girtin

Li gorî ajansa nûçeyan a Îsna ya di bin kontrola rêveberiya dewletê de ye, Midûrê Girtîgehên Eyaleta Kurdistanê piştrast kir ku hejmara girtiyên Kurd zêde bûye.

Karmendên rejîma Îranê qebûl kirin, ku di sala 2015'an a Îranê ya di 19'ê Adarê de qediya 12 hezar Kurd hatine girtin. Midûrê Girtîgehên Eyaleta Kurdistanê li xwe mikur hat ku bi van girtinan re rewşa civakî ya Kurdan tê parçe dike.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îsna ya di bin kontrola rêveberiya dewletê de ye, Midûrê Girtîgehên Eyaleta Kurdistanê piştrast kir ku hejmara girtiyên Kurd zêde bûye.

Midûrê Girtîgehan Esadûllah Gûrjîzadeh got, "Statîstîk nîşan didin ku ji sedî 60 ê kesên hatine girtin, reîsên malbatan e. Ev yek jî rewşa civakî ya Kurdên li Îranê parçe dike."

Li gorî midûrê girtîgehê, par 12 hezar Kurd hatin girtin. Tê texmînkirin ku hejmara rastî ya girtiyan ji vê gelekî zêdetir e.

Pêkanînên cihêkar û zextên li Kurdan û etnîsîteyên din ên li Îranê, ji destpêka damezrandina rejîmê û vir ve weke polîtîkayeke bingehîn tê meşandin.

Ev zilm, piştî ku Hasan Rûhanî bû Serokkomar bi dijwarî dewam kir. Di dema Rûhanî de bi taybetî îdamkirina kesên ji komên cuda yên etnîkî zêde bû.