Li Îranê di erdheja mezin de bi dehan mirî hene

Li Îranê di erdheja mezin de bi dehan mirî hene

Li Îranê îro di erdheja ku li başûrê rojhilatê Îranê rû da û li tevayî welatên Korfezê hate hîskirin ya 7,5 hate ragihandin ku, herî kêm 40 kes mirin, li Pakîstanê jî herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî navenda sîsmolojî ya Îranê, li 80 kîlometre dûrî bajarê Saravan yê li ser sînorê Pakîstanê û 18 kîlometre di bin erdê de erdhejekî pêla wê 7,5 rû da. Navenda jeofîzîk ya Amerîkayê jî ragihand ku, tundiya erdhejê 7,8’e.

Erdhej di serî de li Dubaiyê li tevayî welatên Kendavê û paytextê Hindistanê Delhiya Nû hate hîskirin.

LI PAKÎSTANÊ 5 MIRÎ

Li gorî çapemeniya Îranê di erdheja ku di demjimêr 15.14’an de rû da nêzî 40 kesan jiyana xwe ji dest da. Erdhejê li paytextê Pakîstan Îslamabadê avahî hejandin. Hate ragihandin ku, li bajarê Maşkaîl yê eyaleta Belûcistanê 5 cenaze anîne nexweşxaneyê. Rayedarê nexweşxaneyê Eşref Belûc di daxuyaniya ku dayî AFP’ê de da diyarkirin ku, piraniya van mirinan çavkaniya xwe ji xirab bûna xaniyan digirin.

Rayedarên Îranê destnîşankirin ku, erdhejê zirar nedaye sîteya nuklerê ya li Buşehrê. Monarşiyên Ereb yên di Konseya Hevkariya Kendavê di erdheja beriya vê de xwestibû vekolînek navnetewîli navenda nuklerê Buşehrê were kirin. Konseyê li dijî ji berhatinên xeteriya radyoaktîf ku dê li derdorên Kendavê rû bide hişyarî kiribû.

9’ê Nîsanê roja sêşemê 89 kîlometre başûrê rojavayê bajarê Bandar Buşehrê erdhejekî pêla wê 6.1 rû dabû. Di erdhejê de herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest da û 860 kes jî birîndar bûn.