Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Îranê 7 kesên dî hatin darvekirin

Li Îranê 7 kesên dî hatin darvekirin

Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin eyaleta Îranê Îsfahanê 7 girtî hatin darvekirin. Ji van 6 kes ji ber sûcen bazirganiya madeyên hişbir û kesek jî ji ber sucê tecawizê hatiye darvekirin.

Li gorî nûçeya rojnameya Kayhanê ev kesên hatine darve kirin, di bazarganiya madeyên hişbir de aktîf bûne. Lê belê serdozger Muhammad Reza Habibî di derbarê cihê darvekirinê qet agahî neda û tenê diyar kir ku temenê van kesan di navbera salên 25 û 45'an de ne.

Îran bi Çîn, Erabistana Siûdî û Amerîkayê re li tevahiya cîhanê welête herî zêde yên kes tên darvekirin. Li gorî zagonên Îranê girtî dikarin ji ber sûcên kuştin, tecawiz, firotina maddeyên hişbir, zina û şelandinên çekdarî werin darvekirin.

Heftêya borî jî karbidestên rejîmê, bêyî ku bêjin meha Muharremê ye, di roja înê de ku li gorî ola Îslamê rojek pîroz e, li Urmiyê 3 kurd darve kiribûn. Yek ji kesên hatî darvekirin Xefûr Mîrzayî yê ji gundê Aqçeqelê bû.

Rejîma Îranê ku ji ber embargoya hêzên navnetewî bi qeyranek mezin re rû bi rû ye, gelek caran kesên dijberên xwe, ji bo di nav raya giştî de nebe sedema nerazîbûnan, di bin navê bazirganiya madeyên hişbir de darve dike.

Li gorî daneyên fermî yên rejîmê, ji serê salê ve heta niha li Îranê 554 kes hatine darvekirin. Lê li gorî saziyên parastina mafê mirovan ji ber gelek kes bi dizî têne darvekirin, hejmara rast a kesên hatine darvekirin ji vê zêdetir e.