Li Îranê 6 girtiyên Kurd bi mirinê re rû bi rû ne
Li Îranê 6 girtiyên Kurd bi mirinê re rû bi rû ne
Li Îranê 6 girtiyên Kurd bi mirinê re rû bi rû ne
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya 6 girtiyên Kurd yên ku 56 roj in li girtigeha Qizil Hîsarê li dijî zextan di greva birçîbûnê dene ber bi xerabûnê ve diçe.
Li gor nûçeya Basnwesê ya ku Saziya Mafê Mirovan a Îranê wek çavkanî dide nîşandan, rewş 6 girtiyên Kurd ên bi navê Hamîd Ehmedî, Kemal Melayî, Cemşîd û Cehangîr Dêhqanî, Hadî Husêynî û Sidîq ku berî 56 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin bi mirinê re rûbirûne.
Li ser mijarê Berdevkê Saziya Mafê Mirovan a Îranê Mehmûd Emîrî Muqedem ragihandiye ku, ji ber ku xwîn ketiye li ser gurçik û pirsgirêka dîtinê ya wan girtiyan rewşa wan a tendûristiyê gelek nebaşe û ber bi mirinê ve diçin.
Hat ragihandin ku kesên mijara gotinê di sala 2009’an de hatine girtin û hemû misilmanên sunî ne. Tawana wan girtiyan Muharibe (şerê bi xudê re) hewildana li dijî ewlekariya neteweyî û kuştina nûnerê Meclisa şarezayên rêbertiyê, Mamoste Şêxûlîslam ye. Kesê kuştî di sala 2009’an de bi guleya kesên nenas li mizgefta Seyîd Qutba bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê hatibû kuştin.
Çalakvanên Mafê Mirovan dibêjin di dema kuştina wî mamosteyî de ew kes di girtîgeha Sineyê de girtî bûn û proseya girtin, lêpirsîn û mehkeme kirina wan kesan xwedî meşrûiyeta qanûnî nîne