Pîrozbahiyên 34’emîn salvegera damezirandina PKK’ê didomin. Li bajarê Insbruck ya Awusturyayê bi sedan kes hatin cem hev û salvegera PKK’ê pîroz kirin.
Di şeva pîrozbahiyê de nûnerên CDK’ê axaftinek kir. nûnerê CDK’ê diyar kir ku PKK di bingeha afirandina azadî û hebûna gelê Kurd de temînata serekeye û destnîşan kirin ku ji bo ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pêk were divê xwedî li peywir û berpirsyariyan derbikevin. Di şevê de bê navber dirûşmeyên ‘Ji Ocalan re Azadî’, ‘Bijî serok Apo’, ‘Bijî PKK’ hatin qêrîn. Her wiha Hozan Comert, Zozan Zudem, Osman Yilmaz, Hozan Temburvan û Koma Peyman derket ser dîkê. Şeva ku ji bo coş û kelecaneke mezin berdewam kir, bi govendan bi dawî bû.