Li Hîldesheîmê li dijî tecrîda greva birçîbûnê

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê Kurdan li dijî tecrîdê greva birçîbûnê ya 5 rojan dan destpêkirin.

Piştî çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê, grevên birçîbûnê li derveyî welat jî hate destpêkirin.

Li Hîldesheîmê li avahiya Dîe Lînke greva birçîbûnê ya 5 rojan hate destpêkirin. Di nava çalageran de Parlamentera berê ya HDP’ê Leyla Bîrlîk jî cih digire.

Çalakgeran ev peyam dan; “Daxwazên Leyla Guven daxwazên me û mîlyonan Kurdan e. Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî tecrîda li ser gelên Rojhilata Navin, gelê Kurd û hemû mirovahiyê ye.”