Li Hîdesheîmê meşa 1’ê Gulanê
Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê 1’ê Gulanê bi meşa ji aliyê NCKD a Hîldesheîmê û ANTÎFA’yê ve hate organîzekirin ve hate pîrozkirin.
Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê 1’ê Gulanê bi meşa ji aliyê NCKD a Hîldesheîmê û ANTÎFA’yê ve hate organîzekirin ve hate pîrozkirin.
Meş di saet 11:00’an de ji pêşiya gara trenê ya Hîldesheîmê destpê kir, heta Steîngrûbe ya qada mîtîng lê hate kirin domkir. Di maşa nêzî 600 kes beşdar bûn de, sendîkayên Elman û Partiyên Çep jî piştgirî kirin.
Di meşê de tim dirûşmên “Faşîst Erdogan”, “Kujerê Jinan Erdogan”, “Dîktator Erdogan” û “PKK û ANTÎFA Mil bi Mil”hatin qîrkirin.
Li qada mîtîngê Hevseroka NCKD a Hîldesheîmê Hayat Dnma axivî û bal kişand ser referandûma bi hîle ya li Tirkiyeyê û êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê.
Her wiha di çalakiyê de bal hate kişandina ser zextên li ser televîzyonên Kurdî jî.