Leşkeran li gundên Serkanî Gundikê Seyida û Zewîkê yên navçeya Hezexa Şirnexê bi ser malan de girtin. Leşkeran di serdegirtina malan de 4 welatî binçavkirin. Herwiha li Agiriyê jî polîsan bi ser gelek malên xwenekaran de girt û 15 xwendekarên zanîngehê binçav kirin.
Yekîneyên Fermandariya Cendirmeyan a Hezexê li gundê Serkanî Gundikê Seyida û gundê Zewîkê yên naçeya Hezexa Şirnexê bi ser gelek malan de girt. Leşkeran di serdegirtina malan de Mehmet Saît Teber (65), Tahir Dag (65), Servet Geldî Taha Oktan binçav kirin.
Leşkeran 4 welatiyên binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Hezexê. Bêyî ku hêj lêpirsîn bê destpêkirin walî weki dadger daxuyanî da û diyar kir ku hevkariya wan û rêxistinê bi hevre hebûn.
LÝ AGIRIYÊ LÝ DIJÎ XWENDEKARAN OPERASYON!
Li Agiriyê polîsan bi ser gelek malên xwenekaran de girt û 15 xwendekarên zanîngehê binçav kirin. Ji 15 xwendekarên hatin binçavkirin 4 jê sewqî edliyê hatin kirin û 3 xwendekar hatin girtin.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Agiriyê duh serê sibê bi ser gelek malên xwendekarên Zanîngeha Îbrahim Çeçen de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de 15 xwendekar binçavkirin.
Ji 15 xwendekarên ku lêpirsîna wan bi dawî bû 4 jê sewqî dadgehê hatin girtin û ji 4 xwendekaran 3 xwendekar hatin girtin. Xwendekarên bi navê Seyîthan Erkan, Kemal Kahraman û Metîn Ozmen ku hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê. 11 xwendekarên din jî li bendê ye ku sebê sewqî dadgehê bikin.