Li hevcivînên ‘NA’ li bajar bajar belav dibe
Li hevcivînên “NA” bajar bi bajar belav dibe.
Li hevcivînên “NA” bajar bi bajar belav dibe.
Amadekariyên li Îskenderûn Hatay ên ku HDP wê lê mîtîng lê lidar bixe didome. Mîtînga ku wê Parlemterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan û Endama PM ya HDP’ê Asiye Kolçak beşdar bibin, wê sibehê li Taxa Yildirim Tepe li Qada Newrozê di saet 15:00’an de destpê bike.
Hevserokê HDP’ê yê navçeya Îskenderûn Ahmet Çahan, diyar kir ku wê qada mîtîngê ji bo lihevkombûna gelan bibe dik, wê rengê referandûma Hatayê di vê mîtîngê de diyar bibe.
Hevseroka HDP’ê ya Îskenderûnê Aysel Eşîyok jî destnîşan kir ku bi taybet wê rengê jinan li qada mîtîngê diyar bibe û got “Wê carekî din rengê Hatayê di mîtînga HDP’ê der derbikeve. Em hemû gelê xwe daxwazî qada mîtîngê dikin.
MÛGLA
Rêxistin HDP’ê ya Mugla di çarçoveya xebatên referandûmê de li pêşiya avahiya rêxistina navçeya Mîlasê civîna gel lidar xist. Di civîna gel de endama MYK’ê ya HDP’ê Beyaz Ustun, Cigirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Endamê PM’yê yê HDP’ê Erkan Karabay û Adalet Aydin beşdar bûn.
Endama MYK’ê ya HDP’ê Beyaz Ustun: Ma ne ew bûn ku yên destdirêjî zarokan kirin gotin me formîla çareserkirina wê dît? Ma ne ew bûn yên gotin ‘Bila bizewicin wê cezayê wê kêm bibe’? niha jî tiştên ku bi berxwedana gel nekarîn bikin, dixwazin di 16’ê Nîsanê de pêk bîninî. Rejîma yek kesî ev e. Em ji bo siberoja xwe ji vê rejîma yek kesî re dibêjin NA.”
Cigirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî: Bi yek kesî rêveberî nayê meşandin. Ne mimkûne ku tiştekî bi vî rengî pêk were. 16’ê Nîsanê rojekî pir girînge ji bo gelên vî welatî. 16’ê Hezîranê yan em ê bi kabûsan ji xewê şiyar bibin yan jî mîna 8’ê Hezîranê em ê bi hêviyên jiyanê şiyar bibin. Navê hêviyê HDP’ ye, navê hêviyê ‘NA’ ye. Ji bo wê jî em ê tercîha xwe bi NA yê bi kar bînin. Li her cihê em lê ne derî bi derî kolan bi kolan em ê Na û HDP’ê vebêjin. HDP siberoja vî welatî ye. Divê em ji vê zilm û şerî re bêjin “NA”. Em nabin hevkarê vî sûcî.”
HDP’yiyan dikandarên Mîlasê jî ziyaretkirin û belavokên ‘NA’ belav kirin. tîmên Şaxên Tirafîka Muglayê sembola HDP’ê û sîstema deng a li ser wesayîta anonsê kirin hincet û rê nedan ku wesayît ji Mîlasê derkeve.
Rawestana aloz a gel a li dijî astengiyê dewam dike.
AYDIN
HDP, mîtînga yekem a ku dixwazin li Herêma Ege yê lidar bixe wê li Aydinê pêk bîne. Ji bo mîtînga ku wê 2’yê Nîsanê li Qada Bajarê Aydinê roja Yekşemê lidar bixe, hemû serlêdan pêk anîne, xebatekî bi xurt jî tê meşandin.
Hevserokê HDP’ê yê bajarê Aydinê Bariş Goze yê ku têkildarî xebatên hilbijartinê agahî dan me, diyar kir ku xebatên mîtînga ku wê parlemeterên HDP’ê Aycan Îrmez û Nimetûllah ERdogmûş beşdar bibin ber bi dawîbûnê ve hatine. Goze wiha got: “Hemû kesên li dijî rejîma yek kesî, partiya dewletê, tesfiyekirina meclîsê û alîgirê ‘NA’ yê ne dewetî mîtîngê dikin.”
HEvseroka HDP’ê ya Aydinê Meral Karakûş a ku diyar kir ku li Aydinê yek ji lingê herî girîng ê ji bo referandûmê xebatan dide meşandin jin in û wiha got: “Jinên ku li Tirkiyeyê herî zêde tên perçiqandin, helandin û qetilkirin wê di 16’ê Nîsanê de bêjin Na. Waliyê Aydinê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jin di nava çar dîwaran de hebiskir. Em jinên Aydinê wê di 2’yê Nîsanê de bi tilîliyan bersiva herî pêwîst bidin waliyê Aydinê. Hemû jinan daxwazî mîtîngê dikin.”