Li Heskîfê polîsan di otobosê de êşkence kirin!

Hate gotin li Heskîsê HDP'yiyên ku hatin destgîrkirin, di wesayita polîsan de êşkence li wan hatiye kirin. Polîsan li nav wesayitê gaz berdan û kesên ku ew desteser kiribûn, êşkence li wan kirin.

Hat ragihandin ku di nav kesên li Heskîfê hatine destgîkirin de hevserokên HDP'ê jî hene û gaza îsotê avêtine nav otobusê û di otobusê de îşkence li ciwanan kirine. 
 
Destûr nehat dayîn ku endamên Meclisa Ciwanan a Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, li dijî bin hiştina avê ya navçeya dîrokî ya Heskîfê daxuyanî bidin çapameniyê. Polisan bi guleyên plastîk êrîş birin ser ciwanên ku dixwestin daxuyaniyê bidin. Di encamê de rojnameger Sonya Bayik, hevserokên HDP'ê yên Gulcemal Erdînç û Îkram Îrgî, ciwanên HDP'î Omer Amaç, Erol Daşdelen, Şiyar Aydin, Husamettîn Tanrikûlû, Umît Akbiyik, Osman Demîr, Merve Karaçay û Eyyup Demîr jî di nav de 30 kesî bi êşkenceyê hatin destgîrkirin. Diyar bû ku polisan di otobusê de îşkence îşkence li wan kiriye.
 
GAZ BERDANE NAV OTOBUSÊ
 
Hat ragihandin ku polisan gaza îsotê berdaye nava otobusê û li ser laşê gelek kesên ku hatine destgîkirin şopên êşkenceyê hene.Ciwanên ku ji ber berdana guleyên plastik û işkenceya polisan laşê wan şîn û reş bû, di otobusa polisan de dûrişme berz kirin û îşkenceya polisan rexne kirin. Hat ragihandin ku polisan dema kesên destgîrkirî  bo kontrolkirina tenduristiyê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Heskîfê xwestine kontrola wan di otobusê de bikin. Li ser bertekan wê 33 kes li nexweşxaneyê bên kontrolkirin.