Li herêma Mexmûrê DAÎŞ’ê êrîş kir: 2 leşkerên Iraqê mirin

Li Herêma Mexmûrê çeteyên DAÎŞ’ê êrîş kir û 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin. Li herêmê operasyona li hemberî çeteyên DAIŞ’ê didome.

Çeteyên DAIŞ li ser rêya navbera gundê Elîreş û Berdispî ku di keve bin çiyayê Qereçox a ser bi navçeya Mexmûr a ser bi Musilê, êrîşek pêk anîn.

Li gorî zanyariyên ji herêmê hatine wergirtin, di encama êrîşa çeteyan de, 2 leşkerên Iraqê yên taxima 3 ya ser bi Lîwaya 50 a fermandariya 14 ya artêşa Iraqê mirine. Hate zanîn ku ji bo dîtina çeteyên DAIŞ’ê operasyona li herêmê dewam dike.

Di rojên dawî de liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li herêma Mexmûrê zêde bûye û êrîşan pêk tînin.