Li Herêma Egeyê 4 hezar û 536 maf hatine binpêkirin

​​​​​​​Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ragihand ku li herêma Egeyê 4 hezar û 536 maf hatine binpêkirin.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê rapora binpêkirinên mafan a mehên Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê ya bajarên Herêma Egeyê bi raya giştî re parve kir.

Binpêkirinên mafan ên li bajarên Îzmîr, Aydin, Denîzlî, Manîsa, Ûşak, Afyon, Kutahya, Antalya, Bûrdûr, Mûgla, Balikesîr û Isparta di raporê de cih digirin. Şaxa ÎHD’ê ji bo eşkerekirina raporê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û Serokê Şaxa ÎHD’ê parêzer Zafer Încîn raporê eşkere kir.

Încîn diyar kir ku wan raporê ji agahiyên çapemeniya herêmî û netewî, serlêdanên ji bo komeleya wan, nameyên girtiyan ji girtîgehan şandine, serlêdanên malbatên girtiyan bo wan hatine kirin raporê amade kirine.

Încîn anî ziman ku li Herêma Egeyê bi giştî 187 binpêkirina maf a binçavkirinê qewimîne.

Încî da zanîn kul i herêma wan bi giştî 197 binpêkirinên mafan ên tundiya li ser jinan qewimîne û 62 zarok jî bi bin pêkirina mafan re rûbirû mane.

Încîn bal kişand ser rewşa penaberan û got li Herêma Egeyê di nava wan çar mehan de 3 hezar û 414 binpêkirina mafê penaberan qewimiye.

Încîn ragihand ku li qada jîngeha kedê jî 263 binpêkirinên mafan pêk hatine.

Încîn destnîşan kir ku li girtîgehên li Herêma Egeyê her ku diçe rewşa girtiyan nebaş dibe û her cûre mafên wan tên binpêkirin û di nava wan çar mehan de li girtîgehên Herêma Egeyê 158 binpêkirinên mafan rû dane.

Încîn bal kişand ser binpêkirina mafê hawîrdorê jî û got li gelek deverên herêmê xweza tê talankirin. Încîn destnîşan kir ku di meha gulanê, Hezîranê, Tîrmehê û Tebaxê de li Herêma Egeyê bi giştî 4 hezar û 536 binpêkirinên mafan qewimîne.