Li rojnameya Yenî Yaşamê doz hat vekirin

Bi hinceta nûçeya bi sernavê “Ji wê kaniyê wê aşitî neherike” li rojnameya Yenî Yaşamê doz hate vekirin.

Îdeanameya ku ji Serdozgeriya Komarê ya Stembolê derbarê Midûrê Karên Nivîsê Yenî Yaşamê Aydin Keser hatibû amadekirin, ji aliyê 22’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat pejirandin. Di îddîanameyê de nûçeya bi sernavê “Ji wê kaniyê wê aşitî  neherike” ku têkildarê êrîşên dagirkerî ya artêşa Tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye destpêkirin di rojnameyê de derketibû, kirin mijara tawanbarkirinê.

Nûçeyên bi sernavên “Artêşa Tirk  li gel 'Artêşa Azad a Sûriyê' li hemberî Bakurê Sûriyê dest bi operasyonê kir, HDK, KCD û HDP bertek nîşan dan: Ji wê kaniyê wê aşitî neherike” û “Wê ji kaniya aşitiyê xwîn biherike” ku di dîroka 10 Cotmeha 2019’an de di rojnameyê hatibûn weşandin weke sûç hatin dîtin.

Ji ber wan nûçeyan dozgeriyê diyar kir ku rojname “Propagandaya rêxistinê” kiriye.

Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameyê Aydin Keser wê di 7'ê Sibatê de li 22’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê were darizandin.