Li hemberî Kurdên Şabak êrîşa întîxarî: Herî kêm 26 kes mirin

Li hemberî Kurdên Şabak êrîşa întîxarî: Herî kêm 26 kes mirin

Li Musulê li gundê ku Kurdên Şabak lê dijîn, di dema merasîma cenazeyekê de êrîşa întîxarî pêk  hat û 26 kesan jiyana xwe ji dest da.

Hate hînbûn ku êrîş îro di saeatên nîvro de 20 km li Bakurê Musulê li gundê Ortexirabe pêk hatiye. Albayê polîs Kasim El Luhaybî, da zanîn ku piştî cenazeyeke gundiyekî Kurdê Şabak, di dema qebûlkirina sersaziyê de çalakgerekî întîxarî bombeyên li ser xwe teqandiye.

Li gorî daneyên destpêkê herî kêm 14 kes mirine û 8 kes jî birîndar bûne. Lê li gorî ji nexweşxaneyê hat ragihandin hejmara kuştiyan bu 26 û 46 kes jî birîndar bûn.

Midûrê tenduristiyê yê Hewlêrê Dr. Saman Husen diyar ki ku sê ambulans şandine cihê bûyerê û got ger hewce bike dê ambulansên nû bişînin.

Tê texmînkirin ku nifûsa Şabakan di navbera 40 û 60 hezarî de diguhere. Daneyek zelal nîne. Şabakî dem bi dem dibin hedefa êrîşan û wek tarîkateke kurd ya ezoterîk tê dîtin. Zimanê wan nêzî zaravayê Hewramî ya Kurdiye.