Li hember Komploya 9’ê Cotmehê li Moskowa greva birçîbûnê
Komploya Navneteweyî li Moskowa bi greva birçîbûnê tê protestokirin.
Komploya Navneteweyî li Moskowa bi greva birçîbûnê tê protestokirin.
Komploya Navneteweyî li Moskowa bi greva birçîbûnê tê protestokirin.
Kurdistaniyên li paytexta Federasyona Rûsya Moskowa dijîn, di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, li Navenda Çanda Kurd ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Di nav wan de ku ji tevgera jin, ciwan, çapemenî û çandê jî endam hene yek ji rêveberên Organîzasyona Jinên Kurd Viyan a Moskowa, Gulan Roj got: “Di salvegera Komploya Navneteweyî ya li hember Rêbertiya me pêk hat, em bang li tevayî gelê Kurd dikin ku ji komplo vala bê derxistin û azadiya Rêbertiya me dakevin qadan.”
'LI BAKUR AKP PÊŞENGIYA KOMPLOYÊ DIKE’
Roj di dewama axaftina xwe got ku li di roja me de li Bakurê Kurdistanê AKP pêşengiya komployê hilgirtiye ser milê xwe û dixwaze Kurdan biqedîne. Roj axaftina xwe wiha domand: "Di 17 salên ku derbas bûn de Rêbertiya me bi paradîgmaya xwe ya nû pêş xist, tevî şert û mercên tcrîdê yên li Girava Îmrali jî bi helwesta aştiyê ya wergirt komplo vala derxist.”
Destketiyên gelê Kurd ên hem li herêmê û hem jî di asta navneteweyî de wergirt nîşan dide ku komplo vala hatiye derxistin. AKP’a ku ev dît dixwaze Rêbertiya me bi tecrîda girankirî ceza bike. Em wek gelê Kurd li her qadê em ê vê nêzîkatiya faşîst a AKP'ê û hêzên rojavayî yên piştgiriya wê dikin bi tundî şermezar bikin.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ, MÎTÎNG Û CIVÎNA GEL
AKP ji ber nikare Kurdan teslîm bigire bi hemû hêza xwe êrîş dike. Êdî ne AKP ne jî hêzeke din nikare Kurdan teslîm bigire. Em jî wek gelê Kurd me ji bo sê rojan greva birçîbûnê da destpêkirin û roja Yekşemê jî li navenda bajêr ji bo şermezarkirina terora AKP’ê mîtînga me heye. Em bang li tevayî Kurdistanî û dostên wan ên li Moskowayê dikin ku tevlî mîtînga me bibin. Em li Moskowa helwesta AKP û Erdogan bi hev re protesto bikin.”