Li Helebê koma çete 11 xebatkarên tenduristiyê revandin

Li Helebê koma çete 11 xebatkarên tenduristiyê revandin

Koma çekdar a girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî êrîşî nexweşxaneyek gerok kir û 11 xebatkarên tenduristiyê revandin.

Koma çekdar a girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî ku xwe girêdayî Artîşa Azad nîşan dide, êrîşî nexweşxaneyek gerok a ku li taxa Şêxmeqsud ji bo dermankirina birîndarên topbaranê hatibû avakirin kir û 11 xebatkarên tenduristiyê revandin. Navên bijîşk û xebatkarên hatine revandin ev in: Alîkara bijîşkan Xatûn Şêx, Dr. Nehla Şêxê, Diya Fîras, Dr. Cîger, Yasîn Şêxo û ajokarê ambulansê Sadiq, Ebdo Heyder, Ehmed Sêfo, Mihemed Bekir û Ehmed ku paşnavê wî nehat hînbûn.

Piştî revandinê, yek jî alîkarên bijîşkan tevî ku ji pişta xwe birîndar bibû jî, ji destê komê reviya û niha li Nexweşxaneya Avrîn a li Efrînê tê dermankirin.