Li Helebê ciwanê kurd Îsmaîl ev 10 roj winda ye
Li Helebê ciwanê kurd Îsmaîl ev 10 roj winda ye
Li Helebê ciwanê kurd Îsmaîl ev 10 roj winda ye
Li Helebê ciwanê kurd ê bi navê Îsmaîl Hemîd Misto beriya 10 rojan ji mala xwe derket û nema vegeriya, tevî hemû hewldanên malbatê Misto hîn winda ye.
Ev çend mehên dawî li bajarê Sûriye Helebê bûyerên windabûn, revandinan û kuştina bê guneh zêde bûne. Wek hemû gelên li Helebê dijîn para xwe ji van windahiyan digirin.
Herî dawî ciwanê Kurd Îsmaîl Hemîd Misto beriya 10 rojan ji mala xwe ya li taxa meydan derketiye û şûnde nezîviriye. Tevî hemû hewldanên malbata Misto, kurê wan ne hare dîtin.
Îsmaîl Hemîd Misto li navçeya Şeran a Efrînê ji dayik bûye û pirsgirêkên wî yê piskolojî heye. Malbata Misto bang li kesê ku tu agahiyan li ser nas bike wan di riya telefona bi numareya 0932080241 wan agahdar bike.