Li Helebê 8 çete hatin kuştin
Li Helebê 8 çete hatin kuştin
Li Helebê 8 çete hatin kuştin
Hate ragihandin ku li Helebê di pevçûnên îro yên di navbera hêzên YPG/Cephet El Ekrad û komên çete de 8 endamên komên çete hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne.
Êrîşên komên Meclîsa Leşkerî ya Helebê ya girêdayî Artêşa Azad ên ku di 6'ê îlonê de li dijî taxên kurdan Eşrefiye, Şêxmeqsud û Seken Şebabî destpê kiribûn, di roja 12'an de didomin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin komên çete şevêdin saet derdora 02.00’an de êrîşî taxên Eşrefiyê û Sekin Şebabî kirin.
Di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê û Eniya El-Ekrad de pevçûn heta îro saet 10.00’an dom kir. Hate zanîn ku di van pevçûnan de 8 çete hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne. Çavkaniyan diyar kirin ku li ser endamên çeteyan ên hatine kuştin, hebên hişbiriyê û narkotîkê hatin dîtin.
Li herêmê pevçûnên demî didomin.