Li Helebê 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Li Helebê 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşa balafirên rejîma Sûriyeyê ya li ser tax û bajarokên Helebê de zarokek û jinek bi giştî 5 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Balafirên rejîma Sûriyeyê dîsa bi bermîlên bombeyî taxên bajarê Helebê yên Kelasê, Kerm EL-Cebel, Selehddîn, Xaldiyê û Saxûr ên li bajarê Helebê, her wiha gund û bajarokên Xirbêt EL-Meacîr a li Çiyayê His, Kemarî û Zirbê ku dikeve başûr, Um EL-Qure û Merai li bakûr, derdora Balafirgeha Kiwêris a Leşkerî û bajarê Meskenê li rojhilat, Orm Kibre û Kefer Nehe li rojava û bajarokê Tirkimen Berêh a di bin destê çeteyên DAIŞ'ê de li bakûrê rojhilatê Helebê, bombebaran kirin.

Di encama vê bombebaranê de zarokek û jinek bi giştî 5 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan. Her wiha gelek kes jî birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.

Li aliyê din çekdarên mûxalefetê bi topên hawanê û çekên giran taxên Helebê ên di destê hêzên rejîmê de wekî taxa Xaldiyê û Ezemiyê topbaran kirin û di encamê de 5 welatî bi giranî birîndar bûn.

Çekdaran gundên Til Melêd û Sinbul ên li rojhilatê Helebê bi hawanan topbaran kirin. Der barê encamê de tu agahiyên zelal nehatine bi destxistin.

Li taxên Kerm Cebel, Bustan Paşa û Silêmen Helebî yên bajarê Helebê jî di navbera hêzên rejîmê û çekdarên mûxalefetê de şer û pevçûnên giran rû dan. Di encama van pevçûnan de ji her du aliyan bi dehan kes mirin.