LI Heleb û Cindirêsê pevçûn dewam dikin
LI Heleb û Cindirêsê pevçûn dewam dikin
LI Heleb û Cindirêsê pevçûn dewam dikin
Li Rojavayê Kurdistanê, pevçûnên li navçeya Efrîn Cindirêsê yên navbera YPG û çeteyan de dewam dikin. Hat hînbûn çeteyan ji nû ve êrîşî taxên Kurdan ên li Helebê kirine.
Şer û pevçûnên li derdora gundê Qilebanê yê navçeya Cindrêsê yên di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam(DAIŞ)/Cephet El Nusra de, bi awayekî demî dewam dikin.
YPG’ê îro saet 06.00 li dijî gundê Qilebanêyê dikeve navbera Cindirês û Atmê û ji aliyê DAIŞ/Cephet El Nusra ve wek biryargehek navendî dihat bikar anîn operasyonek li darxist û di encamê wê de 8 endamê DAIŞ hatibûn kuştin û gelek bîrandar bibûn.
Hate hînbûn ku şer û pevçûnên li derdora gund bi awayekî demî dewam dikin.
LI TAXÊN HELEBÊ PEVÇÛN DEWAM DIKIN
Li taxên Kurdan yên bajarê Helebê, di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên DAIŞ'ê, pevçûnên demî dewam kikin.
Komên girêdayê Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam (DAIŞ)/Cephet El-Nusra, roja 6`ê îlonê bi çekên giran êrîşî taxên Kurdan yên bajarê Helebê kiribûn, rastî berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatibûn. Şer û pevçûnên di navbera herdû aliyan de li gelek cihan dewam dikin. Hate hînbûn ku duh êvarî li taxa Seken Elşebabî şer û pevçûnan rû dane, lê di derbarê kuştî û birîndaran de ti agahî bidest neketine.
Şer û pevçûn li taxê bi awayekî demî dewam dikin.