Li Heîlbronnê bîranîna şehîdan
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Leyla Agirî (Fîlîz Aslan) ku ji ber êrişa hewayî û Hêvî Gabar (Gulistan Aksoy) ku ji ber nexweşiyê şehîd bûn, li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê hatin bîranîn.
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Leyla Agirî (Fîlîz Aslan) ku ji ber êrişa hewayî û Hêvî Gabar (Gulistan Aksoy) ku ji ber nexweşiyê şehîd bûn, li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê hatin bîranîn.
Civîna bîranînê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Heîlbronnê (NCDK-H) ve hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.
Nûnerê NCDK-H'ê di axaftina xwe de diyar kir ku dilsoziya bi bîranîna şehîdan bi mezinkirina têkoşînê dibe.
Aktîvîsta TJK-E'yê Bêrîtan Amanos jî got, "Perspektîfa Rêberê me ku digot 'Partiya me partiya şehîdan e' gelekî bi wate ye. Gelê me divê di vê çarçoveyê de xwedî li kar derkeve û têkoşîna şehîdan dewam bike."
Amanos bal kişand ser keda Leyla Agirî û Hêvî Gabar a di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de û got, "Hevala Leyla bi fikrê xwe milîtaneke dilsoza Rêbertî bû. Hêvî Gabar jî ji têkoşînê gavek paş ve neavêt."
Di civînê de li ser jiyan û têkoşîna her du şehîdan sînevîzyon hate nîşandan û civîn bi dirûşman bi dawî bû.