Li Hatayê li dijî xwendekarên Kurd êrîşa nijadperest
Li Hatayê li dijî xwendekarên Kurd êrîşa nijadperest
Li Hatayê li dijî xwendekarên Kurd êrîşa nijadperest
Xwendekarên ji şahiya ji aliyê Komeleya Xwendekarên Azad û Demokratîk a Amanosê vegeriyan rastî êşa bi kevir hat. Di êrîşê de xwendekarek birîndar bû û xwendekaran jiyana xwe ku êrîş bi plansazî pêk hat. Wesayît jî ji ber keviran zirar dîtin.
Komeleya Xwendekarên Azad û Demokratîk a Amanosê (ADO-DER) ya girêdayî Zanîngeha Mustafa Kemal li gundê Kececîkê yê Antakyayê 8'emîn Şahiya xwe bi tevlîbûna zêdehî hezar xwendekaran a bi slogana "Hamleya rizgariya demokratîk dawî nîn e destpêkekî nû ye" li dar xistin.
Hûnermend Diljen Ronî tevlî şahiyê bû. Xwendekar serê sibê li ber ADO-DER'ê hatin cem hev û bi otobusan ber bi gundê Kesecîkê yê ku li ber quntarê Çiyayê Amanosê ve çûn. Qada şahiyê ji aliyê leşkeran ve hate dorpêçkirin. Piştî rêzgirtinê şahiyê dest pê kir. Piştî re li ser navê ADO-DER'ê daxuyanî hate dayîn. Di şahiyê de guhdariyê helbest û muzîkê hate kirin û şano û govend hatin lîstin. Xwendekaran sloganên "Bijî Serok Apo", "Be Serok jiyan nabe" û "Şehîd namirin" berz kirin. Saet di 18.00'an de leşkeran ji ajokaran re got, "Dê li gundê Kesecikê êrîşê çêbibe. Ji ber wê ji bo hûn vegeriyên Antakyayê riyên alternatîf pêvîst in."
'ÊRÎŞ HATIBÛ PLANKIRIN'
Xwendekarên riyên alternatîf bikaranîn jî rastî êrîşa bi kevir hatin. Di êrîş de 3 minîbûs hatin taxrîpkirin û ji ber camên şikestin xwendekarek birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Ligel hemû provakasyonan xwendekarên welatparêzer bihestiyar tevgeriya û bersiva wan nedan. Xwendekarên rastî êrîşê hatin bertek nîşanî rewşê dan û wiha gotin: "Li cihê êrîş pêk hate 2 rojnamegerên qemereyên wan ên mezin heyî hebûn. Heta wê demê tu tişt tunebû. Cendirmeyan ew riya alternatîf nîşanî me da. Deme em hatin vir raste rast êrîş li me kirin. Êrîşa faşîst ewqas hatibû plankirin rojnameger jî li wir amadekiribûn. Berê anînbûn li wir bicihkiribûn. "
Ajokarên wesayîtên wan hatin texrîpkirin û girêdayî Kooperatîfa Serînyolê jî wiha gotin: "Heke cendirmeyan xwestiba dê êrîş astengkiriba. Kesên êrîş kirin komekî biçûk bû."